Navigation und Service

Thema : Ankommen in Schleswig-Holstein

Tendûristî

Xîzmetên tendûristîyê jibo Penaberan

Penaber xîzmetên bijişkî û tibbî werdigrin. Jibona girtina ew xîzmetan gellek rêpîvan û merc hene. Berfirahîya ev xizmetan grêdayî mezintîya mesrefan e û gor statûya îqame (mafê rûniştinê li Elmanya) cûdabûnan li gel xwe tîne.

Letzte Aktualisierung: 15.03.2016

Kesên davayê mafê penaberî dikin, ji standina hinek xîzmetên tendûristîyê jêr yasaya „Asylbewerberleistungsgestez „mafdarin. Piştî vî yekî hemû şiklên tendûristîyê, yên kû fermî tên şîret kirin wek derzîyên parastinê (Impfung), xîzmetên jibo jinên dûcanî, yên hefteyî, bêkêmasî tên çareserkirin.

Ji xeynî vî li gor Peragrafa §4, Benda 1‘ê ya yasaya Xizmetgûzarî jibo Penaberan bi kûrtî „AsylbLG“ amadebaşîyên bingehî li gel nexweşîyên bilez, rewşên bi êş û tevî derman û paçên piçandinê tên kirin. Mesrefên çêkirina diranan – eger rewşekî zerûrî, ya kû mirov dibekû pêştgûh neke, tine be – nayin dayîn. Hinek mesrefên dîtêr yên tendûristîyê tên dayîn, eger wana jibo parastina tendûristîyê zerûrî bin. (Peragraf a § 6 Benda 2’yem ya AsylbLG).

Kerta tendûristîyê ya elektronîk (eGK)

Kesên kû li gor zagona „Asylbewerberleistungsgesetz“ mafê xizmetgirtinê hene, dibin xwedî kertekî elektronîk ya tendûristîyê ya kû bi navê kûrt (eGK) tê nasîn. Lê kesên kû nûh hatine û li cîhê pêşwazî û qebûlkirina penaberan ya sereke jîyan dikin, wisa yekser nabin xwedî kertekî elektronîk.

Hûn kanên zêdettir agahîyên li ser kerta tendûristîyê ya elektronîk li vir bigrin:

Gesundheitskarte für Asylbewerberinnen und Asylbewerber

Alîkarîya ragihandinê li navbera Bijişk û Penaberan da

Sazîya bi navê „Kassenärztliche Vereinigung Schleswig-Holstein“ (KVSH) bi navê alîkarî kirina navbera bijişk û penaberan da gellek agahî û belge amadekirin e. Jêr ew malperî hûn kanên ew agahîyên kû bi zimanê we wek encamên nexweşî û pêdivîyên tendûristîyê hatine amadekirin, bixwînên:

Informationen der KVSH

Anamnesebogen Kurdisch

Agahdarîyên tendûristî bi zimanê biyanî

Hûn kanên bi rîya ew malperan agahîyên kû bi zimanên biyanî hatine belavkirin, li gel xwe tomar bikin.

www.patienten-information.de

Alîkarî li gel azar û xewnên xirab

Alîkarî li gel azar û xewnên xirab

Pêşgirtina qezayên melawanî yê

Pêşgirtina qezayên melawanî yê: Baderegeln der DLRG

Şêwirdarê Tendûristîyê jibo kesên Penaber li Elmanya

„Ew Şêwirdar“ (Der Ratgeber) yê kû bi rîya vezîrê tendûristîyê ya devleta federal tê weşandin, penaberan bi zimanê Elmanî, Îngilîzî, Erebî, Kurdî, Farsî, Derî û Peştû li ser xalên bingehîn ya sîstema tendûristîyê û helvestên beramber nexweşîyan agahdar dike. Li nav vî şêwirdarî da piştî hatina Elmanya parastina tendûristîya şexsî û muayeneyên destpêkê yên grîng û zerûrî cîh digrin. Li her cîhê xweda ew şêvirdar wek çawkanîyekî alîkar bi gellek zimanan dikeve xizmeta kesayetîyên bijişkî da. Li nav ew şêwirdarî da hevîyekî (kertekî) jibo derzîkirina dijî nexweşîyan ya kû mirov kane jê qut bike jî, heye.

Ratgeber Gesundheit

Hinweis zur Verwendung von Cookies

Cookies erleichtern die Bereitstellung unserer Dienste. Mit der Nutzung unserer Dienste erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies verwenden. Weitere Informationen zum Datenschutz erhalten Sie über den folgenden Link:

Datenschutz

Auswahl bestätigen