Navigation und Service

Thema : Ankommen in Schleswig-Holstein

Em çawa li Elmanya dijîn?

Letzte Aktualisierung: 25.02.2016

Zagon a herî grîng û bilind destûra bingehîn e kû li Elmanya wekî „Grundgesetz“ hatîye binavkirin. Ev destûr nav xweda grîngtirîn xalên bihevra jîyankirina ciwakê kom dike û herviha hemû ol anjî dîyanet jêr ev destûrîda disekine.

Em nav demokrasî da jîyan dikin.

  • Hemû hemwelatîyên elman li ser rêvebirina ew welatî da bihevra biryar didin û bi vî avayî dîyar dibe ka kî deshilatdarî bike.

Elmanya devletekî yasayî ye.

  • Komar (devlet) û hemû kesên li Elmanya jîyan dikin dibekû gor yasayan tevbigerin
  • Eger kesekî tawanbar be an jî sûcekî bike, devlet bi cîhda tevdigere, ta kû ew kes were darizandin. Ser rastî û xeletî tenê dadgeh biryaran dide. Tûndûtijî (şîddet) wek tawanekî tê dîtên, çi li derva, çi li navbera jin û mêr, dijî zaraokan anjî nav malbatê da.
  • Li Elmanya îşkence, lêdan anjî sêdarekirin (kûştin) nine.
  • Hemû kes pêş destûrê wekhevin.
  • Navbera jin û mêr da wekhewî heye, pêş destûrê wekhev mafdarin û li nav ciwakêda xwedî maf û erkên wekhevin.
  • Li gel me her kes (jin û mêr) kane fikr û ramanên xwe eşkere, vekirî bîne ziman, bêyî kû were girtin anjî neheqî jêra were kirin. Ji bo çapemenîyê jî di estengî nine. Ew nayê wê wateyî kû mirow wekî neyasayî tevbigere û derdora xwe aciz bike, wek nijadperest, cûdaker, dijmintîya dij kesên biyanî, dij cûhîyan, dij cinsî bike.
  • Zevacekî dibe yasayî, eger li gel sazîya nifûsê beramber kesekî nûnerê devletê were îmze kirin.

Xweşbinî û Rûmet

  • Li Elmanya xweşbinî û rûmet li beramber kesên dîtêr xwedî paye yîkî bilind e. Benda 3. yem ya Destûra Bingehîn (Grundgesetz) dibêje kû, nabe ke tû kesek jiber renga xwe, cîhê lê hatî, nijad a wî, zimanê vî, welatê vî, bawerîya olî û ramanên vî yê sîyasî pêştgûh were kirin anjî jêra derfetên cûda werin afirandin. Nabe kû tû kesek jiber kêm endamî (seqetî) ya vî were pêştgûh kirin.
  • Sebeb bûn anjî peydakirina nerehetî li dijî îradeya hemwelatîyan çi jin dibe çi mêr, nayê qebûlkirin, nayê pesendkirin û yê bilez were (cezakirin) darizandin.
  • Li Elmanya ol anjî dîyanet wekî karekî şexsî tê dîtin. Herkes kane bi serê xwe biryar bide bawerîya kê anjî çi bike. Komeleyên olî anjî dîyanet jêr zagonên devletê disekinin. Dêr û komeleyên olî ji hew hatine cûdakirin.
  • Jin û mêr kanên gor dilê xwe cilan xwe bikin. Lê li gel hinek kar û xebatan dibekû mirow cilên tên xwestin li xwe bike.
  • Jin bi serê xwe biryaran didin, yê çawa û ta kû derê laşê xwe bigrin. Li ser wî esasî tenê rêpîvanên ciwakê hene, ew jî li gor heremên cûda gûhertinan li gel xwe tînên.

Wekhevî

  • Her jinekî û zilamekî gihiştî serê xwe biryar dide yê li gel kê bizevice. Ew biryara tû caran nabe kû ji teref kesên dîtêr were cezakirin. Her vî avayî bi rîya zagon herkesî ra vekirîye kû ji hevdû cûda bibin.
  • Kesên zevîcî an jî ne zevicî gellek asan tên dîtên.
  • Li Elmanya herkes azad e kû li ser pêşxistina cinsî ya xwe bi serê xwe biryar bide. Herviha homoseksûelî (hezkirina kesên yekcinsî) destûrîye û kesên dixwazin kanên wek jin û mêr bihevra jîyan bikin.

Li ser mafên jinan li Elmanya hûn kanên li vir bi zimanê xwe zêdetirî agahîyan bixwînên:

Nur Mut! Handlungsmöglichkeiten für Frauen in Gewaltbeziehungen (auf deutsch) (PDF, 6MB, Datei ist barrierefrei)

Hilfetelefon - Gewalt gegen Frauen

„Geh deinen Weg! Deine Rechte als Frau in Deutschland“

Hûn kanên hinek agahîyên cûrbecûr liser rêpîvanên Destûra Bingehîn li vir bistînên:

Grundgesetz

Grundrechte (deutsch/arabisch, deutsch/englisch)

Mirovên kû parastinekî taybet ji wan ra pêvîste

Li tevahîya Schleswig-Holstein ji bo kesên kû parastinekî taybet dixwazin, gellek cîhên ravêjkarî hene. Jêr ew lînkî hemû cîh hatine tomarkirin:

Mirovên kû parastinekî taybet ji wan ra pêvîste

Tûştên grîng kû mirow dibe bizani be:

  • Li Elmanya bikaranîna gotina “Flüchtling” nayê wî wateyî kû Penaber biçûk tên xistin anjî riswa kirin. Em bi ew gotinî kesên kû berbi me hilatine û parestgehêkî digerin, îfade dikin. Em bi xêrhatina wana hemûyam dikin!
  • Li Elmanya zerûrî ye kû hemû zarok biçin dibîstanê. Li gel me ew yek wek yasayî hatîye tenzîm kirin û dibekû 9 salan zarok biçin dibîstan e.
  • Dema silavkirina mirowan em destê xwe didin hev. Hembizkirin, destlêdana milê yekî û têkilîyên cûda yên bedenî tenê jêr hevalan, yên kû hewdû nasdikin asan e.
  • Li Elmanya ne ecêbe kû mirow bibîne, kesên kû hevdu hezdikin anjî evîndar bi şêveyekî germ bi hevra didin û dîstînên, wek nimûne destê hevdû digrin û dimeşin anjî hevdû maç dikin. Dibe kû mirov wî tûştî qebûl bike û jêra rêz bigre, herçiqas mirov ew tûştê taybet bixwe neke jî. Ew rewş herkesî digre nav xwe, çi zilam û jin, çi zilamên kû zilaman hezdikin, anjî jinên kû jinan hezdikin.
  • Li Elmanya ji dema xweda amadebûyîn gellek grînge. Kesekî benda xwe hiştin wek bê rêzî tê dîtin. Eger mirov dereng bimîne, dibe kû dema xweda ew kesî agahdar bike, yê kû hêvîya mirov disekine. Ev yek hem li derdora cîhê kar û hem jî li gel hevalan derbaz dibe.
  • Karmend û karkerên sazîyên devletê nabe kû dîyarîyan wergrin. Eger karekî mezin jî hebe, tenê spasîyekî besê xwe ye.
  • Gellek dikan û tûştfiroşên li Elmanya ji 8‘ê sibê ta 6’ê êvarê, lê hinek dikanên mezin (Supermarket) ta 8’ê êvarê û benzînxane bi şev jî vekirîne. Rojên yekşem û yên betlaneyê xeyrê benzînxaneyan bi piranî hemû girtîne.
  • Dibekû caran nav goştên sicûx (rêvîk) de goştê berazan jî hebe. Hûn kanên derheqê ev yekî da li ser vesartgehê da (pakêt) navên tûştên hindirê sicûx da wek lîste hatine nivisandin, bibînên û xwe agahdar bikin.
  • Tenê bi rîya bîletekî ya kû derbaz dibe, hûn kanên ji trên û pasê sîvar bibin. Dibekû hûn bîleta jibo trênê berîkû sivar bibin bikirin, yên pasê mirov kane li cîhê frotina bîletan anjî li nav pasê da bikire.
  • Li Elmanya mirov kane cixarê tenê cîhê kû jêra îcaze heye vexwe. Li nav xwerêngehan, înstûtîyan û sazîyên fermi da vexwarina cixarê qedexe ye. Hinek cîh yên kû mirov kane navda cixarê vexwe li gel trênxane û rawestgehan da hatine destnîşankirin.

Kar

  • Em bi granî pênc rojan ya hefteyê kar dikin û rojên şemî û yeksemê jibo gellek kesan pisû ye.Kesê kû kar û xebat dike, dibe kû gor ev karî mûçeya xwe bigre û hinek jê mûçeya xwe wek bac bide devletê. Kesê kû kar dike li cihê kar bi şêveyên cûrbecûr tê parastin. Dibe navber werin dayîn û tenê bin hinek zirûfanda mirov kanê bihnekî drêj kar bike.Eger ev kar xeterî ji gel xwe tîne, nimûne karkirina ser xanîyan, dibe kû kardêr (xwedan kar) ware parastina wî kesî da tevger be.
  • Li Elmanya mûceya herî kêm bi rîya yasayî hatîye çêkirin. Hemû kesên kardêr mecburên kû 8,84 ji bo demjimêrekî bidin karkeran.

Zêdettir bixwînên

Xweza

Mirovên li Elmanya dijîn xwedî zanebûnekî parastina xweza yê ne û bi vî avayî tevdigerin. Enerjî tenê dema pêvîst be tê bikaranîn û çopê xwe gor madeyên hindir ji hevdû cûda dikin. Kerema xwe xwedî agahîyên bingehîn jibo hevadankirin û paqijkirina malê xwe bin, pîvanên ji xwedan mal hatine dayîn pêkbînên û şîretên cûdakirina çopê bizanibin. Zêdettir agahîyan hûn kanên li vir bibînin:

Tu divê çi bidî ber çav, heke tu di xanîkî de bijî?

Hûn kanên hinek agahîyên dîtêr yên kû grîngin li gel ew malperî bigrin:

Refugee Guide

Hinweis zur Verwendung von Cookies

Cookies erleichtern die Bereitstellung unserer Dienste. Mit der Nutzung unserer Dienste erklären Sie sich damit einverstanden, dass wir Cookies verwenden. Weitere Informationen zum Datenschutz erhalten Sie über den folgenden Link:

Datenschutz

Auswahl bestätigen