Eger kesekî gor biryara sazîyên devletê dibekû vegere welatê jê hatî û ew kesa vî yekî pêştgûh bike û bi cîh neyne, bi zora sazîyên devletê ji welat tê derxistin. Jibo kesên bidil anjî dibekû welat biterikînên gellek agahîyên grîng û pêşkeşîyên şêvirmendî û bernameyên cûrbecûr yên vegerê hatine amadekirin. Bi vî yekî armanc ewe kû ji ew kesana alîkarbin,
- da kû bikaribin li gor dilê xwe bigihêjin biryarên bingehîn,
- pêştîdinekî rast ya jîyana dahatû û
- alîkarîyekî gor pêdêvîyan destbixin, mînak wek dayîna mesrefên rêwitî, alîkarîya destpêkê anjî bernameyên xwe ji nûhda entegre kirinê.
Agahîyên sazîya federal ya Penaberan (BAMF)
Sazîya federal ya kar û xebatên penaberan (BAMF) agahîyên berfireh li ser esasê vegera bidil û bernameyên alîkarî kirinê dide. Bi rîya xetekî telefonê (Rückkehr-Hotline) ya bi zimanê Elmanî û îngilîzî mirov kane xwe her dem li ser hûrgûlîyan agahdar bike.
Online Portal on voluntary return
Rückkehr-Hotline 0911/ 943-0
Hûn kanên agahîyên zêdettir yên ew derheqîda li vir bibînên:
BAMF Informationen zur Rückkehrberatung